Episodi

  • Gef, zext û bêdadî: Pirsgirêkên rojnamevanan li Herêma Kurdistanê
    Oct 22 2026
    Li Herêma Kurdistanê, binpêkirina mafên rojnamevanan, bêhurmetî û gef li dijî wan hîn jî berdewam in. Tevî bangên berdewam ên navneteweyî ji bo parastina azadiya çapemeniyê û ewlehiya rojnamevanan, pirsgirêk hîn jî cihê xwe diparêze. Hozan Qadir serokê Rêxistina Peyamnêran li Herêma Kurdistanê ye. Ehmed Xefûr li Hewlêrê ev hevpyevîna derbarê binpêkirin, sûkatî û gefên li rojnamevanan tên kirin bi wî re pêk anîye.

    #sbsaudiopodcast
    Mostra di più Mostra meno
    14 min
  • Nuçeyên roja Pêncşemê 22 10 2026
    Oct 22 2026
    Di vê bûletene de: Parleman, piştî êrîşa li dijî Helen Haines, bi pirsgirêka gefên li ser parlementeran re mijûl dibe... Aborînas balê dikişînin ser bilindbûneke din a rêjeyên faîzê di meha Mijdarê de... Serokê DYA parastina banga xwe kir ku cezayên li ser Rûsyayê bo kurte demekê bên rawestandin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

    #sbsaudiopodcast
    Mostra di più Mostra meno
    11 min
  • Peymana Mekkeyê û kêmbûna beşdaran li Pêşengeha Pirtûkan a Amedê
    Oct 22 2026
    Pêşnûmaqanûna derbarê Peymana Mekkeyê ku Tirkiye xwe li hember êrîşên Hûsîyan amade dike, ji bo piştgirya Erebîstana Siûdî leşkeran bişîne wî welatî. Herweha di raporta ji Amedê behs li ser beşdarîya Pêşengeha Pirtûkan ya Amedê ku îsal li gorî salên par kêmtir bû. Weşanger û nivîskar li ser egerên vê rewşê hizrên xwe parvedikin.

    #sbsaudiopodcast
    Mostra di più Mostra meno
    9 min
  • Muzîka klasîk a Kurdî ji nû ve zindî dibe: Têkelya klasîk û nûjeniyê
    Oct 21 2026
    Serdar Qadir, stranbêj û hunermendekî Kurd li Australya dijî, li ser rêwîtiya xwe ya muzîkê, faktorên ku bandor li ser rêya wî ya hunerî kirine, û îlhama li pişt strana xwe ya nû, "Dewanam Dewanam", diaxive. Di vê hevpeyvîna bi SBS Kurdî re, Serdar behsa hewesa xwe ya destpêkê ya ji bo muzîkê dike û vedibêje ka wî çawa straneke gelêrî ya klasîk a Kurdî vejandiye, ruhê wê yê resen parastiye û di heman demê de hêmanên muzîka nûjen jî tê de cih girtiye da ku bala nifşên ciwan bikişîne. Ew her weha spasiya xwe ji bo piştgiriya berdewam a ku ew ji civaka Kurd a li Australya werdigire, ku di piştgiriya hunermendên Kurd ên li dîaspora de roleke girîng lîstiye, diyar dike.

    #sbsaudiopodcast
    Mostra di più Mostra meno
    12 min
  • Nûçeyên roja Çarşemê 21/10/2026
    Oct 21 2026
    Di vê bûletene de:Êrîşkarê îdiakirî yê Helen Haines dê di girtîgehê de bimîne ... Li gorî cîgirê serokê ASIO, îhtîmala bûyerên tundiya siyasî zêdetir dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

    #sbsaudiopodcast
    Mostra di più Mostra meno
    7 min
  • Nûçeyên roja Sêşemê 20/10/2026
    Oct 20 2026
    Di vê bûletene de: Nasnameya wî zilamî hat piştrastkirin ku tê îdiakirin êrîşî parlamenter Helen Haines kiriye... Banka Netewî ya Australya (National Australia Bank) dê 2.500 karan ji holê rake, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

    #sbsaudiopodcast
    Mostra di più Mostra meno
    5 min
  • Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din
    Oct 20 2026
    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 15/10/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîn bi şêwirmendê derûniyê Hesen Salih re heye, nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, podkasta Australya Çawa Kar Dike û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.

    #sbsaudiopodcast
    Mostra di più Mostra meno
    58 min
  • Alîkarî bixwaze: Bêdengiya li ser tenduristiya derûnî bişkîne
    Oct 15 2026
    Meha Cotmehê Meha Hişyariya Tenduristiya Derûnî ye. Di vê çarçoveyê de, SBS Kurdî bi şêwirmendê derûnî Hesen Salih re li ser girîngiya tenduristiya derûnî, pirsgirêkên derûnî yên herî gelemper, rêyên birêvebirina stres û xemê, û awayên piştgirîkirina kesên ku bi dijwariyên hestyarî re rû bi rû dimînin, diaxive. Di vê hevpeyvînê de, em ê herwiha li ser stîgmaya li dora tenduristiya derûnî û girîngiya daxwazkirina alîkariyê rawestin.

    #sbsaudiopodcast
    Mostra di più Mostra meno
    12 min